Lütfen bekleyin..

Pirtûka ‘Di Goristana Tarî de Stêrkên Azadiyê’ li benda kiryarên xwe ye

16 Temmuz 2017, 16:44 - Okunma: 1474

Nivîskar Xecê Şen diyar kir ku sedema nivîsandina pirtûkê ew ku xwe bighîne jinên ku bi salane li girtîgehê tên girtin û berxwedana wan raghandina civakê ye.

Pirtûka Xecê Şen ya ku ji hevpeyvînên bi jinên bi salan di girtîgehê de mane re hatiye amadekirin a bi navê “Di goristanên tarî de stêrkên azadiyê” ya ku li Weşanxaneya J&J hat çapkirin li refên pirtûkxaneyan cihê xwe girt. Xecê di vê pirtûka xwe de nêrîn, jiyan û ramanên 4 jinên ku bi salan e di girtîgehê de ne ji me re radigihîne. Di hevpeyvînên ku bi jinan re hatine kirin jin bahsa zext zordarî û zordestiya rêveberên girtîgehê yên salên 1990’î dikin. Pirtûk behsa jinên ku bi salan di hucreya yek kesî de mane û jiyaneke bi çi awayî jiyane li ber çavan radixe. Xecê di heman demê de di pirtûkê de bi taybetî li ser pirsa “Çima?” sekiniye û çima ev zilm li ser kurdan tê kirin, çima hertim jin hedef hatine girtin kiriye. De keremkin werin em li ser pirtûka “Di Goristana Tarî de Stêrkên Azadiyê” hin pirsan ji Xecê şen bikin.

Xecê Şen ya ku ji ber xebatên xwe gelek caran hatiye girtin û piştre ji hatiye berdan wiha bahsa xwe kir: ” Ez beriya bikevim girtîgehê Aktîvîsta Tevgera Ziman bûm û di heman demê nasnameya min a rojnamegeriyê jî heye. Ez gelek caran hatim girtin û piştî ku demkê mame hatime berdan. Ez cara ewil di sala 2004’an de gava ku ez rojnameger bûm di encama şopandina nûçeyan de û ji ber belav kirina Rojnameya Azadiya Welat hatim girtin. di wê demê de ajansên me yên wek JİNHA û Diha tunebûn. Ez hem nûner bûm, hem belavkar bûm û hem jî nûçegîhan bûm. Hamû karen rojnameyê me bi hevalan re bi hev re dimeşand. Di aliyê xebatê de me tu cudahî nedikir. Piştre ez dîsa di sala 2012’an de hatim girtin û di heman demê de ji KCK’ê jî hatim darizandin.”

Bi taybetî li bakurê Kurdistanê piraniya nivîskaran bi tirkî dinivîsin lê we bi kurdî pirtûk nivîsiye ez bawerim sedemeke vê ya girîng heye gelo ev sedem çi ye?

Ez bi baweriya ku mirov ji kîjan gelî be divê ku mirov bi zimanê wî gelî binivîse ketim rê û min pirtûka xwe bi zimanê xwe yê dayikê nivîsî. Ji ber ku divê di serî de mirov xizmeta zimanê xwe, wêjeya xwe û çanda xwe bike. Ziman tenê ne têgeheke, amûreke ragihandinê ye. Ziman di heman demê de jiyan bi xwe ye. Tu bi çi zimanî bi nivîsî ew dimîne. Ji ber ku dema tu bi zimanê xwe binivîsî ew xizmta çand û wêjeya te dike û ji bo zimanê te dibe arşîvek.

Eger em pirtûkên xwe an jî nivîsên xwe bi tirkî an jî bi zimanekî din binivîsînin em ê xizmeta wan zimanan bikin. Ez li metrepolan mezin bûme û ev 17 sal e ku ez hatime Kurdistanê. Ji roja ku min li çapemeniya azad dest bi xebatê kir û piştî ku min perwerdeya ziman dît û heta niha min qet zimanê tirkî bi kar ne aniye. Ez di wê baweriyê de me ku netewe perwerî tuştekî xweş e ne şaş e. Ji ber ku me nava pir zimanî de jiyan kiriye. Li Kurdistanê jî gele cûda cûda jiyan dikin. Asûrî,suryanî, ereb, keldanî, çerkez û hwd. wekîdin nava hevdû de jiyan dikin.

Nivîsandin û xwendina kurdî ji ber çi ew qas kêm e li bakurê Kurdistanê?

Ev derûniya bindestiyê ye. Ez vê helwesta kurdên Bakur ji tcrûbeyên ku jiyame dizanim. Bi salan ez li çapemeniya kurd û li ser ziman xebitîm e. Ez ji van terûbeyên xwe dizanim ku em derûniya bindestiyê dijîn. Yanî me jî hê bi xwe nedaye qebûlkirin ku zimanê me têra her karî dike. Ji çapemeniyê bigire, ji romanan û belgefîlman bigire hetanî pirtûkên dîrokî û bîrkarî (matematîk) , li erdnîgariya Kurdistanê bi vê zimanî hatine nivîsandin. Lê ji ber vê derûniya bindestiyê ku li ser me serdest e em zimanê xwe yê dewlemend têrê nabînin û ber bi zimanê tirkî ve diçin. Ev jî kêmasiya me hamûyan e. Lê ji bo ku em jî wekî her neteweyî bi rengê xwe, dengê xwe û bi çanda xwe bijîn her çend ku astengî hebin jî divê ku mirov bi zimanê xwe nivîse, biaxive û bixwîne.

We heta niha çend pirtûk nivîsandine?

Heta roja îro du pirtûkên min hatine çapkirin . Pirtûka min a yekem helbest e û navê wê jî “Lîlan Be Dil” e û di 2017’an de hatiye weşandin. Pirtûka min a dûyem jî hevpeyvîne nû derket û navê wê jî “Di Goristana Tarî de Stêrkên Azadiyê” ye ku îsal hat çapkirin.

We ji ber çi navê pirtûka xwe danî “Di Goristana Tarî de Stêrkên Azadiyê”?

Wateya vî navî ji bo min gelek girîng bû ji er ku kesên di girtîgehê de dikin hawar lê dengê wan nayê bihîstin. Li hemberî qerîna wan guhê her kesî ker e. Lê ew dixwazin ku dengê xwe bigihînin gelê xwe. Lê dîsa jî tu dibînî ku rojek din ji temenê te çûye.

We di pirtûka xwe de bahsa jinên ku jî 20 salan zêydetir di girtîgehê de mane kiriye. We ji ber çi bi taybetî behsa wan kiriye?

Ev hevalên hanê nivşên salên 1990’î ne ji ber wê taybetmendiyeke wan heye. A duyem jî ji Kurdistanê heta bi Tirkiye yê ev hevalên ku ji 20 salan zêydetir hemû temenê xwe di girtîgehê de derbas kirine ne jiyana wan û qêrîana wan a di nav çar dîwaran de ye ku nikaribûne dengê xwe bigihînin civakê ye. Ji ber wê min bi vê pirftûkê xwest ku ez bibim dengê wan û hem qêrîn û hem jî berxwedana wan ji civakê re ragihînim. Hevalên ku nehatine girtin yên li derve digerin bi daxuyanî û xebatên cûda dengê xwe digihînin gel. Lê kesên girtî ew îmkanên wan tune ne.

 

Etiketler : Xece Şen, kitap, pirtuk
esnek
  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
esnek
esnek
KÜLTÜR Kategorisindeki Diğer Haberler
Irak Parlamentosu, Başbakan İbadi'nin Kerkük Valisi Necmeddin Kerim'..
Batman'da bir kafe, kentte kitap okumayı teşvik etmek amacıyla, kitap o..
Ağrı’nın Doğubayazıt ilçesinde belediye kayyumu Ulaş Akhan tarafından Kürt ..
Her yıl 15 Mayıs’ta kutlanan Kürt Dil Bayramı bu yıl da tüm baskı ve engell..
KHK ile kapatılan İstanbul Kürt Enstitüsü'nün hikayesi, “Kılıç ve Kalem..
Mardin’in Dargeçit ilçesinde yapımı 17’inci yüzyıla dayanan Süryani Çarşısı..
Cizre'de 5 milyon TL harcanarak restore edilen tarihi Medreseya Sor (Kı..
esnek
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=